Qutiya amûran |
Rojhilatê KurdistanRojhilatê Kurdistanê perçeyê Kurdistanê ye ku di nav sînorên Îranê de ye.
[biguherîne] RûerdRûberê Rojhilata Kurdistanê 175.000 km2 ye. Rojhilat herêmke çiyayî ye. Rojhilata Kurdistanê ji van navçan pêk tê: Ji Bakur ber bi başûr ve navçeya Mako, Urmiye, Somabiradost, Bêlewer, Mukriyan, Erdelan, Hewreman, Kirmanshah, û Îlam in. Heger mirov wekî ku di balafireke de be fi bi jor ve, li herêma Rojhilat mêze bike, çiyayên bilind û daristanên gurr dibîne. Di navbera van çiyan û baniyan de deştên rast & bi ber, çem & newalên bi av hene. Çiya û deshten herî girîng ên van navçeyan jin bakur ber bi bashûr ve ev in: Çiyayên Çilikan û Sarîdaş, deştên Soma & Bêlewar, Çiyayê Reş (3578 m.), Deştên Wirmiye û Mergewer. Çiyayên Mukri yan, deshta Sharwêran, zincîra çiyayê Zagros û li bashûr çiyayên Şaho (3390 m.), Dalaxanî û Paraw, deştên Kamyaran û Mayîdesht, çiyayên Wushnrankêw (4050 m.), Mezin û Spî hene. Piranî darên mazî û berû ne. Di nav wan de darên mêwe ji hene. Wekî enab, beyîv û hirmiyê kovî, aqasya, erxewan, spîndar, soreçinar, berû mazî û mêxik. Her- weha tû, mêw, xox, qeysî, gûz, hinar, hirmî, guyîj, be- lalûg, sêv, gelaz, bîhok û sincû ji hene. Li herêma çiyayên Qendil û Zagros baran zêdetir di- bare. Hebûna baran û berfê li çiyayên Kurdistanê bune sedem ku çem û kanî pir bi av in. Havînan li Kir- manshahê germahî digihe 35- 45 pileyî. Germtirîn bajarê herêmê Qesrêshêrîn û Mêhran in. Sartirîn bajar bokan u Sine in. Zivistanan li van bajaran serma di- keve binî -30-35 pileyî. [biguherîne] Zincîra çiyayên zagrosÇiyayên Zagros ji geliyê shîn heta geliyê Alaêe ji Kurdistana Rojhilat û Bashûr re dibe wekî tixûb. Zagros rêzçiyayên Kurdistanê ne. Ew ji bakur ve ber bi bashûr, ji Agirî heta Loristanê dom dikin. Ew heta herêma shirazê diçin. Dirêjiya Zagrosan ji 1000 km zêdetir e. Bilindiya wan li Wushtrankêw 4700 metreyî derbas dike. Divê herêmê de, ji bakur, ber bi bashûr ve çiya paralel in. Li bakur çiyayên Sahend û Sebelan bi berf in. Berfên wan ji payîza pêshîn heta dawiya biharê dimîne. Rêza Zagrosan ber bi Mezopotamyayê ve, di navbe- ra geliyê Shîn û Alan de/ bilind û tûj in. Lê, di navbera Badînan û Mûsilê de nizim dibin. Dadikevin 450 me- treyî. Li aliyê rojhilat Ji 1000 metreyî bilintir cîh hene. Gelîyê Shîn 2860 metre ye. Ji ber vê yekê di hindava Mûsilê de çemên Rojhilatê Kurdistanê dadikevin Bashûrê Kurdistanê. Bi taybetî Zêyê Biçûk li herêma Mukriyan û Bane geiek av û çemên din jî berhev dikin û di herêma Serdeshtê de ji geliyê Alan derbasê Bashûr dibe. [biguherîne] Av û bendavGola urmiyê, dikeve rojhilatê bajare Urmiye. Qerexê rojavayê wê beshek ji tixûbê Rojhilatê Kurdistanê ye. Dirêjayiya wê nezîkî 140 km û firehiya wê jî 50 km ye. Qada wê 6.000 km2. ye. Kûriya wê 6 û hinek cîh digîhe 15 metreyî derbas dike. Di nav golê de çend gi- rav hene. Lê, ya herî mezin girava Şahîye ye. Gola Zirêbarê, li nêzîkî bajarê Merîwan e. Dor û berê wê deşt û çiya ne. Bi dar û devî ne. Dirêjîya wê 5 km û firehiya wê jî 2 km ye. 15 metre kûr e. Ava gola Zirêbar şêîn e û masî tê de dijîn. [biguherîne] Bendav
[biguherîne] Herêmên Rojhilatê KurdistanêDi sîstema îdariya Îranê de şûna sîstema wîlayetan de herêm hene. Herweha Kurdistan dibe şeş herêm. [biguherîne] Herêma BakurEv herêm ji çemê Aras dest pê dike û heta Deştebêl dom dike. Di ve herêmê de navçeyên Urmiye, Bazirgan, Mako, Soma, Biradost û Salmazê hene. [biguherîne] Herêma MukriyanEv herêm ji Şino dest pê dike û heta Saqiz diçe. Di vê herêmê de Bajarê bokan navnde Herêma Mukriyane,Di vê herêmê de Bajarê bokan, Nexede, Serdeşt, Mehabad, Mîyamduaw, Şayîndij û Pîranşa hene. [biguherîne] Herêma ErdalanEv herêm ji Saqiz dest pê dike û heta Kamyaran dom dike. Di vê herêmê de bajarên Saqiz, Bane, Dîwandere, Tîkab, Bicar, Sine, Merîwan û Kamyaran hene. [biguherîne] Herêma KirmanşahEv herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe. Di vê herêmê de bajarên Bêstûn, Pawa, Sonqur, Rewanser, Sahane, Serpêlzahaw, Mahîdeşt, Kirênd, Qesrê Şîrîn, Hersîn, Gîlangerb û Şahabad hene. [biguherîne] Herêma ÎlamEv herêm ji Shahabad dest pê dike û heta Serpêl û Zahaw dom dike. Divê herêmê de Bajarên Îlam,Neftêsha, Mihran û Eywandesht hene [biguherîne] Herêma LuristanEv herêm ji Sunqur û Kengawer dest pê dike û heta Endîmishka Xûzistanê diçe. [biguherîne] Bajarên RojhilatMirov dikare bajarên Rojhilat ji bakur ve ber bi başûr ve weha rêz bike: Bazirgan, Qutûr, Mako, Urmiye, Şino, Nexede, Pîranşar, Mehabad, Miyanduaw, Shahîndij, Bokan, Tîkab, Seqiz, Serdeşt, Bane, Dîwandere, Bîcar, Merîwan, Sine, Qurwe, Pawe, Rewanser, Kamyaran, Sonqur, Serpêlzahaw/ Kirin, Mayîdeşt, Kirmanşah, Sehene, Kengawer, Hersîn, Şahabad, Nefteşah, Îlam, û Mêhran, [biguherîne] Dîrok
|
|||||