Qutiya amûranZimanên din
|
Kurdistan
Çiyayê Agirî li bakure Kurdistanê
Kurdistan tê wateya welatê kurdan. Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de hatiye perçe kirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Rojavaya Kurdistanê.
Navê KurdistanêBeşên KurdistanêBakurê KurdistanêBaşûrê KurdistanêRojhilatê KurdistanêBaşûrê Rojavaya KurdistanêDîrok
Nexşeya Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin
Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Pers û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê. Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetîyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin. OlCivakÇandMûzîkFîlmWêjeAl
Ala kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920'a de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Ala Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zevîya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola ala kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Stêrka tava rojê ji 21 baskan pêk tê. Ev stêrka bi 21 tîrêjan nîşana NEWROZê ye. Newroz cejna netewa kurd e. Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne.
Sirûda netewîSirûda netewi ya Kurdistan Ey Reqîb e. Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) di sala 1946'a de hat nivîsandin. Ey Reqîb li aliyê Dildar bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'a di dema Komara Mahabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mahabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn. CografîyaJi bo bajarên Kurdistanê binêre: Listeya bajarên Kurdistanê Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li başûrê rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê. Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin. Çend nexşeyên din ên Kurdistanê:
Galeriya wêneyanGirêdanên derveGaleriya weneyan. Wêneyên kes, Şeqsiyetên navdar yên kurd û Xwezaya Kurdistanê Çavkanî
|
||||||||||||||||||
| kreatyna kreatyna www.activebody.pl | Gry Online Gry Online www.pozycjonarka.in… | Plaza 3 star hotel Los Angeles www.triptake.com | krynica noclegi krynica noclegi,ośrodek, wypoczynk… gornik.com.pl | Kredyty odnawialne Kredyty odnawialne www.eskarbiec.pl |