Qutiya amûranZimanên din
|
AlfabeAlfabe koma sembolên standart (tîp) yên di zimanekî de ji bo nivîsandinê tên kar anîn ne. Peyva alfabe ji zimanê Grekên Berê tê. Alfabê ji navên herdu tîpên Grek yên pêşin, Alfa (Alpha) û Beta, çêbûye. Paşê ku ereban alfabeya xwe çêkirin navên wan tîpên siftê Elif û Be lêkirin. Wê lomê berê şûnê Alfabe digotin Elifba. Di alfabeyê da, pir hindik, her dengek bi sembolekê tê nivîsandin. Di dîrokê re û heta niha hin systemên din, mina logographies û syllabaries, jî ji bo nivîsandinê hatin bi kar arnîn. Alfabe ji wan sisteman yek e. Gorî bi kar anînê dengdêrên zimên alfabe di sê koman da topdibin.
Li cîhanê gelek cureyên alfabeyên mîna Alfabeya Latînî, Alfabeya Erebî, Alfabeya Kîrîl (sîrîlîk), Alfabeya Çînî, Alfabeya Japonî û hwd hene. Ji bo Alfabeyên ku kurd bi kar tînin binihêre: Alfabeyên Kurdî
|